Gurcistan | Boksorên kurd serkeftina xwe bi muzîk û Alaya Kurdistanê pîroz kir.
PeyamaKurd – Boksorên kurd ên ji Gurcistanê David Faroyî û Daniel Faroyî li hemberî boksorên ji Tirkiyeyê bi ser ketin û wan serkeftina xwe bi muzîka kurdî û Alaya Kurdistanê pîroz kir.
Kompanya IFCyê ya Almanyayê 7ê Kanûna pêşîn a 2024an li Tiflîsa paytextl Gurcistanê şampiyoniya Kick Boksê ya navneteweyî li dar xist.
Ji welatên wekî Portekîz, Holenda, Tirkiye, Ozbekistan, Xirwatistan û Azerbeycanê bi dehan werzîşvanên Kick Boksê beşdarî lîstikên li Tiflîsê bûn.
Bavê David Faroyiyê 19 salî û Rizo Faroyiyê derbarê serkeftina kurê xwe de ji Rûdawê re got: “Kurê min David û biraziyê min Daniel di maça Kick Boksê de li hemberî rikberên xwe yên Tirkiyeyê bi ser ketin û wan li gel Alaya Gurcistanê, Alaya Kurdistanê jî bilind kir. Em bi serkeftina wan serbilind in.”
Rizo Faroyî got ku li Gurcistanê li pêşiya sembolên kurdî tu astengî nînin û dikarin sembolên xwe yên neteweyî bi kar bînin. David û Daniel Faroyî li gel stranên kurdî û bi Alaya Kurdistanê derketin ser dika lîstikê.
David Faroyî li hemberî boksorê tirk Remzî Kesenek û Daniel Faroyî li hemberî Ramazan Karayelê ku ji Bakurê Kurdistanê bi ser ket.
Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.