TFFyê ji ber slogana bi Kurdî ceza li Amedsporê birî

TFFyê ji ber slogana bi Kurdî ceza li Amedsporê birî

PeyamaKurd – Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) bi hinceta "binpêkirina rêziknameya alavên werzişê", 110 hezar lîreyê Tirkî ceza li Amedsporê birî. Sedema cezayê, slogana bi Kurdî "Koma me bona we" ye ku li ser formayên tîmê hatiye nivîsandin. Balkêş e ku heman sêwirana formayê berê destûra fermî ya TFFyê wergirtibû.

Serokê Amedsporê Burç Baysal, bertekeke tund nîşanî biryarê da û ev ceza weke "standardeke dualî û bêtehemiliya eşkere ya li hemberî zimanê Kurdî" bi nav kir.

Baysal destnîşan kir ku wan piştî erêkirina fermî ya federasyonê bi şirketa sponsor re peyman îmze kirine û niha ji ber heman slogana ku hatiye qebûlkirin, têne cezakirin. Serokê Amedsporê da zanîn ku ev ceza tu bingehekî wî yê hiqûqî nîne û ev pêngav ne tenê li dijî werzişê, lê herweha weke hewldaneke ji bo astengkirina pirrengiya zimanî û çandî ye.

Ev nivîs 142 car hatiye xwendin.