Acemoglu, Johnson û Robinson Xelata Nobela Aboriyê ya 2024an wergirtin
PeyamaKurd – Aborînas Daron Acemoglu yê ermenê hemwelatiyê Tirkiyê, Simon Johnson û James A. Robinson hêjayî Xelata Aboriyê ya Nobela 2024an hatin dîtin.
Hate diyarkirin ku ew hersê aborînas ji ber karê xwe yê li ser pêşketina dahatê û cihê saziyan di nav bazara kar de hêjayî Xelata Nobelê ya Aboriyê hatine dîtin.
Akademiya Zanistên Şahnişîniya Swêdê ragihand, ji ber karên li ser mijara 'sazî çawa ava bûne û bandoreke çawa li aramiyê dike' Xelata Nobelê bo hersê aborînasan hatiye dayin.
Hate gotin, "Wan ji bo aramiya welatekî girîngiya saziyên civakî destnîşan kirin. Civakên ku serweriya hiqûqê lê nîne û sazî talanê li ser gel dikin, nikarin mezin bibin an jî guhertineke erênî pêk bînin. Lêkolînên xwediyên xelatê ji me re dibin alîkar ku em sedema vê yekê fêm bikin."
Xelatên din ên Nobela 2024an
Xelatên fîzîkî û kîmyayê yên 2024an ji hişê çêkirî re, xelata aştiyê jî ji saziyeke Japon a li dijî çekên nukleerê hatibû dayin.
Nivîskara Koreya başûr Han Kan jî hêjayî xelata wêjeyê hatibû dîtin.
Herwiha xelata tibê ya Nobela 2024an jî ji zanyarên Amerîkî Ambros û Ruvkun re hate dayîn ku bi karê xwe yê li ser pergala genê hêjayê xelatê hatin dîtin.
Ev nivîs 66617 car hatiye xwendin.