Li Kirmasanê demsala çinîna zehferana biha dest pê kir pê kir

Li Kirmasanê demsala çinîna zehferana biha dest pê kir pê kir

PeyamaKurd – Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, ku di warê berhemanîna Zehferanê de li ser asta herêmê gihiştiye pileya yekem, demsala çinîna vê kulîlka biha dest pê kir. Li gorî amarên parêzgehê, tê payîn ku îsal berhema zehferanê bigihîje nêzîkî 5 tonan.

Çend roj in ku li zeviyên parêzgehê dest bi çinîna kulîlkên zehferanê hatiye kirin. Cotkarên Kirmaşanê di demeke kurt de berê xwe dane vê çandiniyê.

Li gorî amarên fermî, rûbera erdê ku ji bo çandina zehferanê tê bikaranîn, di 12 salên borî de bi awayekî berçav zêde bûye; ji 50 hektaran derketiye 810 hektaran. Nêzîkî 365 hektar ji vê rûberê li sinorê bajarê Kirmaşanê ye.

Çandina zehferanê ne tenê li navenda Kirmaşanê, lê her wiha li bajarokên wekî Dalaho, Sonqor, Sahne, Hersîn, Kengawer û Gîlanê jî tê kirin. Hat ragihandin ku piraniya cotkarên ku berê xwe dane vê çandiniyê, ji pêkhateya Yarsan in.

Cotkarên herêmê tekezî li ser feydeyên vê çandiniyê dikin. Cotkar Hesen Fethehî got ku keşûhewaya herêmê ji bo zehferanê pirr baş e û li gorî genim, nok û berhemên din, dahata wê baştir e.

Cotkar Seîd Pîrî jî diyar kir ku ji ber kêmbûna avê, ku li herêmê pirsgirêkek e, xelk her ku diçe zêdetir berê xwe didin çandiniya zehferanê, ji ber ku kêmtir avê dixwaze.

Pispor diyar dikin ku kalîteya Zehferana Kirmaşanê di asta baştirîn Zehferanên cîhanê de ye. Parêzgeh bi 310 hezar hektar erdê çandiniyê, xwedî derfeteke mezin e ku bibe yek ji navendên sereke yên berhemanîna zehferanê li cîhanê.

Heke binesaziya pîşesaziyê ya ji bo vê berhemê bê dabînkirin û di warê hinardekirinê de hêsankarî bên kirin, ev sektor dikare ji bo cotkarên herêmê bibe çavkaniyeke bingehîn a dahatê.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.