Agirê şewata keştiya barhilgir ya li Derya Bakûr dewam dike

PeyamaKurd – Li Derya Bakûr tankêrekî petrolê û keştiya barhilgir li hev ketibûn û agirê tankêrê hatibû vemirandin lê şewata di keştiya barhilgir de dewam dike. Di bûyerê de kesekî muretebat wenda ye. Di qezayê de kesekî jî jiyana xwe ji dest da.
Lihevketina her dû keştiyan, li peravê Yorkshira Rojhilatê Îngîltere li Derya Bakûr çêbû. Tankêra petrolê ya bi navê MV Stena Immaculate bi keştiya bar ya bi navê Solongê re li hev ketibûn. Şewata di keştiya bar ya Solongê dewam dike.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.




