Alîgirê Trump li ser dikê hat kuştin!

Alîgirê Trump li ser dikê hat kuştin!

PeyamaKurd - Çalakvanê rastgir Charlie Kirk, alîgirekî navdar ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, di çalakiyekê de li Utahê hate gulebarankirin. Trump mirina Kirk ragihand.

Kirk, di çalakiyekê de li Zanîngeha Geliyê Utahê axivî, dema ku pêşkêşiyek dikir, bû hedefa guleyan.

Ewlekariyê Kirk ji cihê bûyerê dûr xist û ew birin nexweşxaneyê. Zanîngehê daxuyaniyek weşand û got ku gumanbarekî têkildarî bûyerê di bin çavdêriyê de ye.

Donald Trump: Dua bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku Charlie Kirk hatiye gulebarankirin û ji bo wî dua bikin.

Trump li ser Truth Social nivîsand û got: "Divê em hemî ji bo Charlie Kirk, ku hatiye gulebarankirin, dua bikin. Ew ji serî heta binî mirovekî mezin e."

Alîkarê Trump, JD Vance diyar kir, "Ji bo Charlie Kirk dua bikin. Ew mirovekî bi rastî baş û bavekî ciwan e."

Charlie Kirk, CEO û hev-damezrînerê rêxistina ciwanan a muhafezekar Turning Point USA, bi nêzîkbûna xwe ya bi Trump re tê nasîn.

Ev nivîs 60 car hatiye xwendin.