Amerîka: Em hêvîdar in ku kabîneya nû ya li Sûriyê pêk were, berfireh be

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ew hêvîdar in ku kabîneya nû ya li Sûriyê bi giştî, nûneratî û ji bo wî welatî gaveke erênî be.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa gelo kabîneya nû ya ku li Sûriyê hatiye avakirin wê ji bo rakirina cezayên li ser wî welatî têrê bike yan na, Bruce diyar kir ku zanyariyên wan hene ku hikûmeteke veguhêz li Sûriyê hatiye avakirin.
Bruce diyar kir ku gelê Sûriyeyê bi salan di bin zilma rejîma Esed a "despotîk" de ye û wiha dewam kir, "Em hêvîdar in ku kabîneya nû ya hatiye avakirin ji bo Sûriyeyê bi giştî, nûnertî û gaveke erênî be."
Bruce diyar kir ku ew ê berdewam bin li ser şopandina geşedanan da ku Amerîka bikaribe sizayan rake û ji bo vê yekê jî divê desthilatên Sûriyê bi temamî terorê red û tepeser bikin, nehêlin ku terorîstên biyanî erkên fermî wergirin, nehêlin Îran û komên girêdayî wê xaka Sûriyê binpê bikin û çekên kîmyewî yên rêjîma Esed têk bibin û wî got jî ku divê Amerîka "piştgiriya lêgerîna welatiyên Amerîkî yên wenda û yên din li Sûriyê bike û ewlehî û azadiyê ji kêmîneyên olî û etnîkî re li Sûriyê peyda bike."
Doh li Koşka Gel a bajarê Şamê paytexta Sûriyê merasîmeke sondxwarinê ji bo yekemîn kabîneya ku bi serokatiya Ehmed Şara piştî rûxandina rêjîma Beis a 61 salî hatibû avakirin, hat lidarxistin.
Di merasîmê de kabîneya nû ya bi serokatiya Serokomarê Sûriyê Ehmed Şare hat eşkerekirin.





