Amerîkayê stratejiya vekişîna leşkerî ya ji Iraqê guhert: Şêwirmend dê bimînin

PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê plana xwe ya vekişandina hemû leşkerên xwe ji Iraqê guhertiye. Li gorî stratejiya nû, tê plankirin ku komek şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî li welat bimînin. Ev şêwirmend dê bi taybetî li baregehên leşkerî yên wekî Eyn Esed û Herîr bên bicihkirin.
Ev pêngav, guhertineke girîng nîşan dide li hemberî lihevkirina berê ya di navbera Bexda û Washingtonê de, ku vekişîna tevahiya hêzên Amerîkî heta sala 2026an dihewand. Rayedarên Amerîkî amaje dikin ku dawîhatina operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê, nayê wateya vekişîneke tam. Lewma, hebûna van hêzan dê di çarçoveya rêkeftina ewlehiyê ya hevbeş a di navbera her du welatan de berdewam bike.
Mijara hebûna leşkerên Amerîkî, bi taybetî piştî ku mîsyona şer a van hêzan di dawiya sala 2021an de bi fermî bi dawî bû, li herêmê û cîhanê bûye mijareke germ a nîqaşan. Di wê salê de, rola hêzên Amerîkî ji şerê aktîf veguherî rola şêwirmendî û piştevaniya ji bo hêzên Iraqî di têkoşîna li dijî DAIŞê de.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên hevpeymaniya navneteweyî ji sala 2014an ve, li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Iraqê, ji bo şerê li dijî DAIŞê li wî welatî ne.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.




