Bahçelî sedema gotina ‘Rêberê damezrîner’ bo Ocalan eşkere kir

Bahçelî sedema gotina ‘Rêberê damezrîner’ bo Ocalan eşkere kir

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiye Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî, cara yekem eşkere kir ku çima ji bo Abdullah Ocalan peyva "Rêberê Damezirîner" di pêvajoya çareseriyê û çekberdana PKKê de bikar tîne.

Bahçelî medyaya Tirk re gotiye, "Eger ev xeta di navbera du xalan de rast be dê her tişt zelaltir bê fêmkirin. Eger di pêvajoyê de zimanê me tund be dê xet xwar bibe û gihîştina armancê dê zehmet bibe.”

Herwiha Bahçelî daye zanîn, “Ji ber vê yekê min got 'Rêberê Damezirîner.' Li vir kes dê nebe aliyê têkçûyî yan serketî. Pêvajo baş dimeşe û yê ku dê bi ser bikeve Komara Tirkiyeyê be."

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.