Çarenivîsa dîplomatê Îranî Emîr Mûsevî li Misrê ne diyar e

PeyamaKurd – Îro, 8ê Îlona 2025an, di medyayên Iraqî de nûçeyên ne piştrastkirî derbarê windabûna dîplomat û analîstê siyasî yê Îranî, Emîr Mûsevî, li Misrê belav bûn. Li gorî îdiayan, Mûsevî piştî ku bi vexwendineke fermî gihîştiye Balafirgeha Qahîreyê, pê re tu peywendî nehatiye danîn.
Malpera nûçeyan a "Bexda El-Youm"ê ev nûçe weşand û çavkaniya xwe weke rûpela fermî ya Facebookê ya Emîr Mûsevî bi nav kir. Li ser rûpelê daxwaz hatiye kirin ku çarenivîsa wî demildest were eşkerekirin. Tevî van îdiayan, heta niha ne ji aliyê hikûmeta Îranê û ne jî ji aliyê Misrê ve ti daxuyaniyeke fermî derbarê mijarê de nehatiye dayîn.
Emîr Mûsevî kî ye?
Emîr Mûseviyê ku di sala 1957an de li Necefa Iraqê ji dayik bûye, di sala 1981ê de ji aliyê rejîma Baesê ve tevî malbata xwe ber bi Îranê ve hatiye dersînorkirin. Wî di navbera salên 1990 û 1996an de di beşa çandî ya balyozxaneyên Îranê li Sûdan û Cezayîrê de kar kiriye. Piştî ku ji karê dîplomasiyê teqawid bûye, weke analîstê siyasî di medyayê de dixebitî.
Mûsevî kesayetekî binîqaş e. Berê ji ber rexneyên li hevjîna serokê Cezayîrê ji karê xwe yê li balyozxaneyê hatibû dûrxistin. Herwiha di sala 2022yan de, Komîsyona Medya û Ragihandinê ya Iraqê derketina wî ya li ser kanalên Iraqî qedexe kiribû, bi hinceta ku ew hewl dide zirarê bide têkiliyên Îran û Iraqê.
Ev nivîs 129 car hatiye xwendin.




