Çelîk: Em nêzîkatiyên pêvajoya çekdanînê sist dikin ji nêz ve dişopînin

PeyamaKurd- Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, piştî Civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî (MKYK) a bi serokatiya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan daxuyanî da.
Çelîk bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û ragihand, ew hewlên ji bo têkbirina pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û da zanîn ku Serokomar Erdogan di civînê de gotiye, “Rê nayê dayîn ku hinek kes bi guhertina rojevê, pêvajoyê ji bilî fesihbûn û çekdanîna PKKê ber bi cihekî din ve bikişînin.”
Omer Çelîk got ku rojeva sereke fesihbûna PKKê û danîna çekan e û wiha axivî: “Em nahêlin ku daxwazên maksîmalîst, rojevên din an ajandayên cuda bi ti awayî bandorê li vê pêvajoyê bikin.
Em wan nêzîkatiyan ji nêz ve dişopînin ku dixwazin pêvajoya çekdanînê sist bikin, bi paş bixin an jî ji rê derxin da ku rojeva Tirkiyeya Bêteror bi pêş nexin û ji bo rojevên din wekî amûr bi kar bînin.
Helbet bersiva me ji bo van hemûyan heye lê ya esas ew e ku em ji armanca xwe dûr nekevin.”
Herwiha Çelîk diyar kir, di dema birêvebirina pêvajoyê de ew dev ji nirxandinên ewlehiya niştimanî bernadin û got, “Em li derdora xwe, hem li Iraq û hem li Sûriyeyê tevgera rêxistinên terorê yên cuda dibînin. Em çalakiyên welat û navendên tarî yên ku dixwazin terorê wekî amûra şerê wekaletê bi kar bînin jî dibînin. Em dê bersiva van hemûyan her cure sabotajê bidin.”
Berdevkê AK Partiyê da xuyakirin, “Bê guman divê gavên ji bo xwefesihkirin û çekdanîna rêxistina terorê bê navber bidomin. Berdewamiya van gavên bê navber, dê gavên din ên erênî bi xwe re bîne. Tişta ku divê bê şopandin ew e ku pêvajoya fesihbûn û çekdanînê bêyî navber bidome û bigihîje encamê.”
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




