Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê: Pêwendiyên me yên baş ligel Herêma Kurdistanê hene

PeyamaKurd – Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku, Herêma Kurdistanê dostekî gelek baş ê Îranê ye û pêwendiyên wan yên gelekî baş hene.
9emîn Foruma Silêmaniyê ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê ve tê organîzekirin doh (16ê Nîsanê) dest pê kir. Di çarçoveya vê forumê de Seîd Hatîbzade ji K24ê re derbarê danûstandinên Îranê de axivî û diyar kir, ew hêvî dikin ku Amerîkî bi dilnizmî rast werin ser maseya danûstandinan û li ser îhtîmala rakirina dorpêçên li ser Îranê gotûbêj bikin.
Seîd Hatîbzade jî xwest ku Kurdistan bigihîje serkeftin, aramî û aştiyê û got, "Herêma Kurdistanê dostekî gelek baş ê Îranê ye. Pêwendiyên me yên piralî yên gelek baş hene.”





