Merz: Rûsya ji bo ewlehiya me gefa herî mezin e

Merz: Rûsya ji bo ewlehiya me gefa herî mezin e

PeyamaKurd – Şêwirmendê Almanya Friedrich Merz got ku Rûsya hîn jî mezintirîn gefa li ser ewlehiya wan e û divê ew bi lez û bez şiyanên xwe yên parastinê xurt bikin.

Merz diyar kir ku Almanya wê bi mîlyonan mirovên ku di dema dagirkirina Polonyayê de canê xwe ji dest dane qet ji bîr neke û diyar kir ku ew dixwazin li Almanya cihekî daîmî ji bo bîranîna qurbaniyan ava bikin.

"Rûsya ji bo ewlehiya me tehdîda herî mezin e."

Merz got, "Ev rewş hîn jî gefê li têkiliyên Euro-Atlantîk dixwe. Polonya, cîranek rasterast a Rûsya û Belarûsê ye, di vî warî de di rewşek pir hesas de ye û ji ber vê sedemê di navbera me de hevgirtinek mezin heye."

 
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.