Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Enqereyê ye: Wê bi Erdogan re bicive

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî li Enqereyê ye: Wê bi Erdogan re bicive

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî gihîşt paytexta Tirkiyê, Enqerê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wê li Koşka Serokomariyê Sudanî qebûl bike. Civîna Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind a Tirkiye-Iraqê wê were lidarxistin.

Di pêşwazîya ku Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Sûdanî qebûl kirin de wê têkilîyên Tirkiye-Iraqê û her wiha geşedanên herêmî û cîhanî werin gotûbêjkirin.

Sûdanî wê di bernameya "FOCUS: Têkiliyên Tirkiye-Iraqê" de ku li AAtölye tê lidarxistin, aliyên dualî, herêmî û navneteweyî yên têkiliyên Tirkiye-Iraqê, ku yek ji mijarên rojane û sereke yên Rojhilata Navîn e, binirxîne.

 
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.