Li sê balafirgehên Pakistanê geştên hewayî hatin rawestandin

Li sê balafirgehên Pakistanê geştên hewayî hatin rawestandin

PeyamaKurd – Piştî êrîşên asmanî yên Hindistanê li ser Pakistanê, tê gotin ku geştên hewayî yên li balafirgehên Karaçî, Lahore û Sialkotê hatine rawestandin.

Desteya Hewayî ya Sivîl a Pakistanê ragihand ku operasyonên firînê li sê balafirgehan heta nîvro hatine rawestandin. Ji ber rawestandina geştên asmanî, gelek şîrketên hewayî geştên xwe yên ber bi Pakistanê ve rawestandine.

Pakistanê piştî êrîşan ragihand ku ew ê qada xwe ya hewayî ji bo 48 seatan bigire û piştî demekê ji nû ve rêgeha geştan ji nû ve dest pê kir. Geştên hewayî ji paytext Îslamabadê ber bi Lahorê ve bo Karaçî û bajarên din hatin veguhestin.

 
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.