Operasyona DAIŞê li Stenbolê: 16 kes hatin desteserkirin

Operasyona DAIŞê li Stenbolê: 16 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li Stenbolê di operasyoneke li dijî DAIŞê de 16 gumanbar hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo 23 gumanbarên ku di nav DAIŞê de wekî "şervanên terorîst ên biyanî" dixebitin, biryara girtinê da.

Tîmên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di operasyonekê de 16 gumanbar desteser kirin.

Xebatên ji bo girtina 7 gumanbarên firar berdewam dikin.

 
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.