Di encama zîrwa DYA-Ûkrayna de, biryara agirbesê dan

PeyamaKurd – Heyetên DYAyê û Ûkraynayê di zîrwa li Erebistana Sa’ûdiyê de civiyan û di encamê de biryara agirbesê dan. DYA ragihand ku di encama zîrwê de Ûkrayna qebûl kir ku ji bo 30 rojan agirbesê ragihîne.
Wezîrê karen derve yê DYAyê Marco Rubio ragihand ku wê biryara agirbesê ji Rûsya re ragihînin û weha dewam kir:
“Êdî maye li ser biryara Rûsyayê. Top niha li seha Rûsya ye.”
Rubio her weha ji bo rêvebiriya Erebistana Sa’ûdiyê sipasiya xwe ragihand ku mazûrvaniya zîrwê kir.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.




