Erdogan: Yekbûna HSD û Rêveberiya Şamê ji bo yekparçeyiya Sûriyeyê gaveke giring e

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, hewldanên entegrebûnê yên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de, weke gaveke "girîng" ji bo xurtkirina yekparçeyiya axa Sûriyeyê bi nav kir.
Erdogan ev daxuyanî di balafirê de, dema ku ji Lûtkeya Rêxistina Hevkariya Îslamî ya li Qeterê vedigeriya, di bersiva pirsên rojnamevanan de da.
Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku daxwaza herî mezin a Tirkiyeyê pêkhatina aştî û yekîtiyê li Sûriyeyê ye. Wî da zanîn ku bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera re hevdîtin pêk aniye û ev mijar bi berfirehî gotûbêj kirine. Erdogan got, "Hewldanên entegrasyonê yên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û rêveberiya Şamê de ji bo yekparçeyiya axa Sûriyeyê gaveke girîng e."
Erdogan bal kişand ser ku li Sûriyeyê "serdemeke nû" dest pê kiriye û anî ziman ku rêveberiyeke ku hewl dide hemû aliyan hembêz bike li ser kar e. Wî herweha Îsraîl bi hewldana "parçekirin û birêvebirinê" ji başûr ve tawanbar kir ku zextê li Sûriyeyê dike.
Wî tekez kir ku Wezîrê Karên Derve û Serokê Îstîxbarata Tirkiyeyê bi hevkarên xwe yên Sûriyeyî re di nav diyalogeke nêzîk de ne û ev hevdîtin dê berdewam bikin.
Di dawiya axaftina xwe de, Erdogan bang li hemû aliyan kir ku dev ji provokasyonan berdin û got: "Çima em bi şer winda bikin, dema ku em dikarin bi aştiyê bi hev re bi ser bikevin? Pêwîst e em ji rêya xelet derkevin." Wî herweha diyar kir ku Tirkiye bêyî cudahî li gel hemû gelê Sûriyeyê disekine.
Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.




