Qeterê navbeynkariya di navbera Hemas û Îsraîlê de rawestand

PeyamaKurd – Hikûmeta Qeterê bi awayekî fermî ragihand ku ew ê heta demeke nediyar navbeynkariya xwe ya di navbera Hemas û Îsraîlê de rawestîne. Ev biryar piştî êrîşa asmanî ya Îsraîlê ya hefteya borî li paytext Doha hat, ku tê de berpirsên Hemasê hatibûn hedefgirtin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê, Mecîd el-Ensarî, îro, di civîneke çapemeniyê de daxuyand ku pêşîniya welatê wî niha misogerkirina ewlehî û serweriya xwe ye. El-Ensarî peyameke tund ji Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamîn Netanyahû re şand û got, "Peyama me ji Netanyahû re ew e ku binpêkirina yasayên navneteweyî dê bê bersiv nemîne."
Wî herweha zêde kir: "Em ê di vê qonaxê de li ser hewldanên navbeynkariyê nîqaş nekin heta ku em danûstandinên ji bo misogerkirina serwerî û ewlehiya xwe temam nekin. Îsrara Netanyahû ya li ser êrîşkirina welatê ku navbeynkariyê dike û kuştina kesên ku pê re danûstandinan dike, di vê demê de hevdîtinan ne realîst dike."
Çi bûbû?
Di 9ê Îlona 2025an de, artêşa Îsraîlê êrîşeke asmanî li dijî civîneke tîma danûstandinan a Hemasê li paytexta Qeterê, Dohayê, pêk anî. Tevî ku Hemasê ragihandibû ku berpirsên wê yên payebilind ji êrîşê rizgar bûne, di encama êrîşê de 5 kes hatibûn kuştin, ku yek ji wan efserê ewlehiyê yê Qeterî bû.
Piştî êrîşê, welatên Ereb û Îslamî ji bo civîneke awarte kom bûn, lê tu biryarên berbiçav ji lûtkeyê derneketin. Lêbelê, weke gaveke giring, welatên Kendavê, di nav de Qeter, damezrandina peymaneke parastina hevbeş ragihandin û diyar kirin ku êrîşeke li dijî yek ji wan welatan dê weke êrîşeke li dijî hemûyan were dîtin. Tê payîn ku hûrgiliyên vê peymanê di rojên pêş de di civîneke din de li Dohayê werin eşkerekirin.
Ev nivîs 71 car hatiye xwendin.




