Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê: Xezze dişewite, em dev jê bernadin!

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê êrîşeke berfireh li ser bajarê Xezzeyê da destpêkirin. Israel Katz li ser medyaya civakî postek parve kir.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got, "Xezzeyê dişewite. Em ê dev jê bernedin û em ê paşve gav neavêjin heta ku erk biqede."
Katz behsa êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser herêmê kir û got, "Xezze dişewite û got, "Artêşa Îsraîlê bi destekî hesinî êrîşî rêxistina terorîst dike û leşkerên Îsraîlê bi qehremanî şer dikin da ku şert û mercên pêwîst ji bo berdana rehîneyan û têkbirina Hamasê biafirînin."
Katz îşaret bi berdewamkirina êrîşan kir û got, "Em ê dev jê bernedin û em ê paşve gav neavêjin heta ku erk biqede."





