Erebistana Siûdî nêzî du milyon bermîl petrol bexşî Sûriyê dike

Erebistana Siûdî nêzî du milyon bermîl petrol bexşî Sûriyê dike

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku wê Erebistana Siûdî bi qasî milyonek û 700 hezar bermîlên Petrolê weke alîkarî bide Sûriyê. 

Sindoqa Geşepêdanê ya Erebistana Siûdî, îro 11ê Îlonê ragihand, ew ê yek milyon û 650 hezar bermîlên petrolê wekî alîkarî bidin Sûriyê.

Hêjayî gotinê ye, çend roj berê Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî û Berpirsê Navenda Şah Selman a Hawarçûn û Karên Mirovî ya Siûdî civiyabûn.

Di civînê de, bihêzkirina hevkariya mirovî di navbera herdu welatan de hatibû gotûbêj kirin.     

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.