Fermanên Lubnan, Iraq û Sûriyeyê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin

Fermanên Lubnan, Iraq û Sûriyeyê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin

PeyamaKurd - Biryarên Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) yên derbarê pejirandina fermanên Lubnan, Iraq û Sûriyeyê de di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Qanûnên TBMM yên derbarê pejirandina fermanên Serokkomariyê yên ku dema leşkerên Tirk li Lubnanê du salan û dema fermana şandina leşkeran bo Iraq û Sûriyeyê sê salan dirêj dikin, di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Di nav biryarên TBMM yên ku di Rojnameya Fermî de hatine weşandin de, fermana Serokkomariyê ya ku dema leşkerên Tirk li Lubnanê wekî beşek ji Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) du salan û dema fermana şandina leşkeran bo Iraq û Sûriyeyê sê salan dirêj dike, ku ji 30ê Cotmeha 2025an pê ve dikeve meriyetê, ji aliyê Meclîsa Giştî ya TBMM ve hat pejirandin.

Her du ferman jî di Rojnameya Fermî ya îro de hatin weşandin.

Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.