General Kurilla bo ewlehî û hevkariya leşkerî li Rojhilata Navîn geriya

PeyamaKurd – Fermandarê giştî yê Hêzên Navendî yê DYAyê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla li di 5-8ê Adarê de li Rojhilata Navîn seredana dewleta Îsraîl, Urdin, Sûriye û Erebistana Sa’ûdiyê kir. Di seredana xwe de li ser mijarên ewlehiya herêmê û têkiliyên leşkerî hevdîtinan kir.
Korgeneral Kurilla, li Îsraîlê ji bo kûrkirina têkiliyên leşkerî, ewlehiya herêmê bi rayedarên payebilind re civiya. Li Urdinê li ser xwurtkirina têkiliyên bergiriyê û li Sûriyê li ser têkoşîna li dijî IŞİDê axifîn.
Kurilla, li Erebistana Saûdiyê, bi rayedarên Erebistanê û Yemenê re li ser tehdîdên herêmê û têkoşîna bi Hûsyiyan re axifî.
Ragihandina gera Kurilla, di ser hesabê medya civakî Xê ya CENTCOMê de hat kirin.
Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.




