Rêveberiya Şamê: HSD Kampa Holê û sînorên Iraqê radestî me dike

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ragihand ku, HSD birêvebirina Kampa Holê û berpirsyarîya sînorê bi Iraqê re dide destê Hikûmeta Sûriyeyê ya demkî.
Wezareta Berevaniya Sûriye îro Sêşemê 11ê Adarê piştî rêkeftina doh 10ê Adarê ya navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şera bi daxuyaniyekê eşkere kir, “HSD hêdî hêdî hemû tiştan dide destê Hikûmeta Sûriyeyê, wekî birêvebirina kampa Holê û berpirsyarîtiya sînorê bi Iraqê re.”
Wezaretê da zanîn, “Hemû erk û berpirsyarî dê di çarçoveya dewletê de bin.”
Hêjayî gotinê ye, Kampa Holê ya dikeve başûrê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, wekî metirsî li ser ewlehiya Iraqê tê hesibandin. Iraqê di çend salên borî de gelek hewl dan ku wê kampê daxin, ji ber ku bi dehan hezar jin û zarokên çekdarên DAIŞê û alîgirên wê tê de hene. Daxistina kampê bi armanca kêmkirina metirsiyên ewlehiyê li ser sînorê Sûriyeyê ye.
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.




