Pezeşkiyan bo Trump: “Ez bi te re muzakereyan nakim, ji destê te çi tê, bike”

Pezeşkiyan bo Trump: “Ez bi te re muzakereyan nakim, ji destê te çi tê, bike”

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li ser daweta Trump ku bi gef bangî Îranê kir da li ser masê rûnê û muzakereya bernama nuklerî bike, bersivekî tund dayê û got:

“Ji ber te em tehdîd kirin, ez bi te re muzakereyan nakim, ji destê te çi tê bike”

Pezeşkiyan, li Tehranê di çalakiyekê de ragihandina xwe kir, di ragihandina xwe de behsa kiryarên Trump yên li hemberê serokê Ûkraynayê Zelenskiy jî kir û weha dewam kir:

“Mirov ji kiryarên ku Trump li hemberê Zelenskiy kir şerm dike. Dibêje ‘ez ferman didim we, hun ê vêya bikin û vêya nekin, eger hun bi ya min nekin, ez ê pirsgirêk derxim’. Eger tu tehdîd dikî, ez nayêm muzakereyan. Ji destê te çi tê, bike.”

Trump di 7ê Adarê de hevpeyvînekî bi Fox Business Networkê re kiribû, gotibû ku ji Hamaney re nameyekî şandiye û weha gotibû:

“Min ji wan re got: ‘Înşallah hun muzakereyan bikin, eger pêwist be, em ê bi leşkerî bikevin Îranê, wê tiştên xerab bibin’.”

Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.