Trump, li hemberê Kanadayê wê baca gumrikê bigihîne heya %50yan

PeyamaKurd – Li ser biryara hukumeta Kanadayê ku ji eyaleta Ontarioyê elektrîkê dida an difrot eyaletên DYAyê, %25 bihayê elektrîkê zêdetir kir, serokê DYAyê Trump, yekser bersivê da Kanadayê.
Trump, ragihand ku ji siba û bi şûn de, hesinê pola û aluminyuma ku ji DYAyê here Kanadayê, wê %25 baca zêde ya gumrikê deyne ser berhemên wan. Trump got ku di mijara elektrîkê de wê rewşa awarte ragihîne. Lê bi zêdekirina baca gumrikê ya ji bo Kanadayê, wê nisbeta bacê bigihê %50.
Trump, li ser biryara eyaleta Kanadayê ya Ontarioyê, di ser hesabê xwe yê medya civakî, di ser Truth Social de kir. Trump got:
“Me, bi nisbetên cuda %250 heya %390an bacê danî ser berhemên çandiniyê. Li hemberê biryara Ontarioyê, wê tarîfên me di 2yê Nîsanê de bicîh bê anîn. Kanada, tarîfan îstîsmar dike û her wext weha bû. Wê DYA Kanadayê subvanse neke. Pêdiviya me bi erebeyên we, enerjiya we tine. Di wextekî nêzde, hun dê vêya hîn bikin.”
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.




