Tirkiyê derdora Bendava Tişrînê cardin bombebaran kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyê, îro careke din derdora bendava Tişrînê bombebaran kir û ziyanên madî çêbûn.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê, îro 11ê Adarê balafirên artêşa Tirkiyê derdora bendava Tişrînê bombebaran kir û ziyanên madî hatin tomarkirin û ti zanyarî derbarê ziyanên canî de tunene.
Hêjayî gotinê ye, doh jî balafirên Tirkiyê gundê Ciraf ê ser bi bajarokê Sirînê li gundewarê Kobaniyê bombebaran kir û di encamê de zareokekî can da û 2 zarokên din jî birîndar bûn.
HSDê ragihandiye ku irkiye bi rêya topavêjan derdora pira Qereqozaqê topbaran kiriye û ziyanên madî di encama wan topbaranan de çêbûne.
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.





