Sky News: Ehmed Şera heman rêkeftina bi HSDê re bi Dûrziyan re jî îmze kir

Sky News: Ehmed Şera heman rêkeftina bi HSDê re bi Dûrziyan re jî îmze kir

PeyamaKurd – Hikûmeta demkî ya Sûriyê piştî HSDê îro 11ê Adarê jî rêkeftinek li gel kesayetiyên parêzgeha Siweyda ya Sûriyê re îmze kir. Li gorî rêkeftinê wê tevlîbûna parêzgehê bi temamî ligel saziyên dewletê yên nû be.

SKY News a Erebî bi zarê çavkaniyên xwe ragihandiye ku ew rêkeftin çend şertên serekî li xwe digre, ji wan ya herî diyar, bi hevre girêdana xizmetguzariyên ewlehiya Siweyda bi wezareta navxwe ya Sûriyê ve ye, ev yek daxwaza hikûmetê ji bo zêdekirina hemahengiya di navbera hêzên ewlekariya parêzgehê û deverên din ên Sûriyê de nîşan dide.

Herwiha di rêkeftinê de hatiye gotin, efserên polîsên xwecihî li Siweydayê dê ji parêzgehê bin, ji bo ku baweriya xelkê bi dezgehên ewlehiyê zêdetir bibe.

Di i rêkeftinê de mercê wê jî hatiye destnîşan kirin ku hikûmeta Sûriyê parêzgar û fermandarê polîs li Suweyda diyar bike, bêy ku mercbe ku li parêzger ve bin.

Ev rêkeftin beşek ji hewlên berfirehtir bo tevlîbûnkirina navçeyên başûr û bakûrê rojhilatê Sûriyê li gel hikûmeta nû ya Sûriyê û di demeke hestiya de tê ji bo rewşa ewlehî û siyasî ya wî welatî ye.

Herwaha ev rêkeftin piştî rojek ji îmza kirina rêkeftinameyek bo yekxistina tevahiya saziyên sivîl û leşkerî yên ser bi xwe bi rêvebirina navçeyên Kurdistanî yên li Sûriyê  di çarçoveya dewleta Sûriyê.

Li gor kanala SKY Newsa Erebî, ew beşên ku yekser tên cîbicîkirin ji vegerandina saziyên hikûmetê bo navçeyên bakûrê rojhilatê Sûriyê bi taybetî beşa koç û pasport û tomara sivîl, radestkirina deriyên sînorî yên li gel Iraq û Tirkiyê bi hikûmeta nû pêk tên, herwaha vegera avareyan bo Efrîn û navçeyên din ku hejmara wan nêzîkî 300 hezar kes derbas dike.

Di rêkeftinê de, piştgiriya dewleta Sûriyê di şerê li dijî bermahiyên Esed û hemû gefên li ser ewlekarî û yekrêziya welat hatine pêşkêş kirin.

Li gor rêkeftinê divê lijneya pêkanîner kar li ser bicihanîna rêkeftinê bike û heta dawiya îsal dereng nemîne.

Parêzgeha Siweyda dikeve başûrê rojhilatê Şamê, hejmara runiştinvanên wê zêdetir 370 hezar kes in û li gorî amarên sala 2011an ji sedî 90ê wan pêkthateya Dûrzî ne.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.