Şandên Amerîka û Ukraynayê li Siûdî ji bo aştiyê civiyan

PeyamaKurd - Li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî, hevdîtinên şanda Amerîka û Ukraynayê ji bo pêkanîna aştiya bi Rûsyayê re dest pê kir.
Li gorî zanyariyan armanca hevdîtinan; pêşxistina têkiliyên her du welatan û danîna çarçoveyekê ji bo rêkeftina aştiyê û bidawîanîna şerê Rûsya û Ukraynayê ye.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky piştî hevdîtina li gel welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bîn Selman, got: "Helwesta Ukraynayê di van hevdîtinan de dê bi tevahî avaker be."
Şêwirmendê leşkerî yê berê yê Wezareta Karên Derve ya DYAyê Ebas Dahok jî got ev hevdîtin dikarin "roleke girîng di vegerandina baweriyê û bihêzkirina peywendiyên dîplomatîk ên di navbera DYA û Ukraynayê de bilîzin."
Ebas Dahok ji rojnameya Şerq El Ewsat re gotibû: “Ev gotûbêjên di asta bilind de li hember êrişên berdewam ên Rûsyayê fersendek in."
28ê Sibata îsal li koşka Spî civînek di navbera serokê Amerîka Donald Trump û yê Ukraynayê Zelensky de pêk hatibû û di civînê de nîqaşên tund çêbûbûn ku civîna hevpar a rojnamevanî jî hatibû betalkirin û Zelensky ji Washingtonê vegeriyabû.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




