Guterres: Pêşeroja Sûriyê bi metirsiyan re rûbirû ye

Guterres: Pêşeroja Sûriyê bi metirsiyan re rûbirû ye

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku pêşeroja hêjayî Sûriyê rûbirûyê metirsiyan dibe.

Guterres, li ser salvegera 14an a şer û aloziyên Sûriyê daxuyaniyek belav kir û tê de qala kiryarên rejîma Esed a hilweşandî, qurbanî, windabûyî û koçber û penaberbûna Sûriyan kir.

Guterres got ku piştî 8ê Kanûna 2024an ku rejîma berê hilweşiyaye hêviya Sûriyan bi nexşandina pêşerojeke cuda nû bûye û bal kişand ser bûyerên dawî yên li berava Sûriyê rû dane.

Guterres got, "Cihê dilgiraniyê ye, pêşeroja ku Sûrî hêjayî wê ye di metirsiyê de ye. Ti hincet ji kuştina sivîlan re tune ne.”

Sekreterê Giştî yê NY diyar kir: "Divê tevaya karên tundiyê werin rawestandin û lêkolînên serbixwe û pak derbarê binpêkirinan de werin kirin û tawanbar û berpirs werin sizadan".

Herwiha Guterres destnîşan kir ku amade ne mil bi mil li gel miletê Sûriyê kar bikin, ji bo piştgiriya proseyeke siyasî ya giştgir.

Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.