Hêzên ewlehiyê yên Îranê Kurdên beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûbûn girtin

PeyamaKurd – Herî kêm 5 kurdên Rojhilatî piştî ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin girtin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ku navenda wê li Osloyê ye, ragihand ku Selman Pêşeng, Hadî Cameî, Ebubekir Îrandost ji Pîranşarê, Kemal Taheyî Kanîserk ji bajarê Şino û Fuad Keşvarz ji Sakizê, di çarçoveya pîrozbahiya Newrozê de hatine girtin.
Ji bo Kurdên Rojhilat pîrozbahiyên Newrozê bi rojan berê bi beşdariya girseyên mezin dest pê dikin. Li Îranê di pîrozbahiyên Newrozê de gelek caran welatiyên Kurd tên desteserkirin.
Li gorî agahiyan, roja Înê, pasdarên Şoreşa Îranê ji bo rêgirtina li pîrozbahiyên Newrozê, li navçeyên Kurdistanî bi cih bûne û xalên kontrolê yên demkî danîne û ji xelkê re lêpirsîn kirine.
Li gor zanyariyên Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ku navenda wê li Parîsê ye, di navbera welatiyên pîrozbahiyê û hêzên ewlehiyê de şer û pevçûn derket.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw; da zanîn ku dengbêj Keşavarz piştî ku di festîvala Newrozê de ku zêdetirî 30 hezar kes beşdar bûn stran gotine, hatiye girtin.
Hikûmeta Îranê di pîrozbahiyan de bikaranîna sembolên Kurdî û stranên Kurdî qedexe dike. Herwiha dîlanên gelêrî yên Kurdî yên ku ji aliyê komên jin û mêr ve tên pêşkêşkirin jî hatin qedexekirin.
Roja Înê Hengaw ragihandibû ku çend Kurdên Bûkanê û deverên din ji aliyê dezgehên îstixbaratê ve hatine gazîkirin û hişyarî dane wan ku beşdarî çalakiyên Newrozê nebin.





