Hemas: Leşkerê Îsraîlî-Amerîkî dê bê berdan

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniyeke rêxistina Hamasê ya li Xezayê, ku îro Yekşemê hat ragihandin, ew ê leşkerê Îsraîlî-Amerîkî Edan Alexander serbest berdin.
Dê û bavê Edan Alexander ev agahî ji Kanala 12yan a Îsraîlê re erê kirin û diyar kirin:
“Em li benda daxuyaniya Hemasê ne, û nûnerê Amerîkî Steve Witkoff ji me re got ku tê çaverêkirin ev yek pêk were.”
Lêbelê, Hemasê tarîxeke diyarkirî ji bo serbestberdana Edan Alexander eşkere nekir.
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.