Ji Îranê daxuyaniya bo biryara hilweşandina PKKê

Ji Îranê daxuyaniya bo biryara hilweşandina PKKê

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayi, diyar kir ku ew bi kêfxweşî biryara PKKê ya hilweşandin û danîna çekan pêşwazî dikin.

Bekayî got, "Em hêvî dikin ku ev biryar dê ji bo aramî û istiqrarê li Tirkiyê û seranserê herêmê bibe alîkar."

Îsmaîl Bekayi, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ew bi kêfxweşî biryara PKKê pêşwazî dikin û wiha got: "Em hêvî dikin ku ev biryar dê ji bo aramî û istiqrarê li Tirkiyê û seranserê herêmê bibe alîkar."

Bekayi, biryara PKKê ya danîna çekan wek "pêşveçûnek girîng ji bo istiqrar û aramiya herêmî" nirxand û da zanîn, ev biryar "gaveke girîng e ku di rêya xurtkirina ewlehiyê de hatiye avêtin."

PKKê doh 12ê Gulanê ragihandibû ku wan di Kongreya 12emîn a 5-7ê Gulanê hatiye lidarxistin de, biryara fesihkirina PKKê û bidawîkirina xebatên wê wergirtiye.

Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.