Hişyarî ji Îsraîlê: Tavilê navçeya 18an a Tehranê vala bikin!

Hişyarî ji Îsraîlê: Tavilê navçeya 18an a Tehranê vala bikin!

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ji bo deverek fireh a paytexta Îranê, Tehranê, hişyariya valakirinê da, ku îşaret bi êrîşekê dike.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee nexşeyek li ser hesabê xwe yê Xê weşand ku herêmek ji Tehranê bi sor hatiye nîşankirin.

Adraee bang li kesên li navçeya 18an a Tehranê kir ku derkevin û ragihand ku ew ê êrîşî binesaziya rêveberiya Îranê ya li herêma navborî bikin.

Adraee bi gotina "Hebûna we li vê herêmê jiyana we dixe xeterê" hişyarî da gelê Îranê.

 
Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.