IAEAyê bang li Îranê kir

IAEAyê bang li Îranê kir

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi daxwaza bicîhanîna bilez a memoranduma têgihîştinê ya ku hefteya borî bi Îranê re hatibû îmzekirin kir.

Grossi diyar kir ku ev peyman ji bo vegerandina baweriyê bi çalakiyên teftîşê yên ajansê, ku di dema şerê Îran-Îsraîlê de hatibûn qutkirin, girîng e.

Grossi hefteya borî li Qahîreyê bi Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Erakçi re civiya û peymanek ji bo ji nû ve destpêkirina hevkariyê îmze kir.

Ev pêşketin piştî ku karê ajansê bi destpêkirina şerê Îran-Îsraîlê di meha Hezîranê de rawestiya, tê.

Îranê, di vê heyamê de, IAEA wekî yek ji sedemên sereke yên êrîşa Îsraîlê li ser welatê xwe û destpêkirina şer destnîşan kir.

Grossi di konferansa giştî ya salane ya IAEA de axivî û tekez kir ku ji nû ve destpêkirina karê ajansê li Îranê niha ji bo vegerandina baweriyê pêwîst e.

Grossi zêde kir ku bicîhanîna biryarê bi "hem me û hem jî Îranê" ve girêdayî yel û diyar kir ku ji bo ji nû ve destpêkirina teftîşan li Îranê, ew hewceyê rêze tedbîrên teknîkî û gavên pratîkî ne.

Piştî îmzekirina peymanê, rayedarên Îranî ragihandin ku ew ê piştî pejirandina ji aliyê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ve bikeve meriyetê.

Doh daxuyaniyek hat weşandin û pejirandina peymanê ji aliyê konseyê ve piştrast kir.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Mihemed Îslamî diyar kir ku ji bo çareserkirina fikarên ewlehiyê û parastina tesîsên nukleerî peymanek nû pêwîst e.

Di 22ê Hezîranê de, di dema şerê Îran-Îsraîlê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êrîşî tesîsên nukleerî yên Fordo, Natanz û Îsfahanê yên li Îranê kirin. Karbidestên Tehranê hîn daxuyaniyek zelal derbarê çarenûsa van tesîsan de nedane.

Li gorî IAEA, berî ku şerê Îsraîl-Îranê dest pê bike, Tehran xwediyê zêdetirî 400 kîlogram uranyûmê bû ku ji sedî 60 zêdetir dewlemend bûye.

Lêbelê, rewşa niha ya vê uranyûmê ne diyar e.

Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.