Îdiayeke balkêş ji çavkaniyên Misrî: Hedefa Îsraîlê ya eslî Tirkiye bû, ne Qeter

Îdiayeke balkêş ji çavkaniyên Misrî: Hedefa Îsraîlê ya eslî Tirkiye bû, ne Qeter

PeyamaKurd – Li gorî îdiayên ku ji aliyê çavkaniyên ewlehiyê yên Misrî ve ji rojnameya El-Exbarê re hatine eşkerekirin, Îsraîlê di destpêkê de plan dikir ku li dijî serkirdeyên Hemasê yên li Tirkiyeyê operasyonekê pêk bîne, berî ku biryar bide êrîşî hedefên li Dohaya paytexta Qeterê bike.

Çavkaniyan diyar kirin ku plana êrîşa li ser Tirkiyeyê amade bû, lê Tel Evîvê di kêliya dawî de ev plan betal kir. Sedema sereke ya vê guhertinê, tirsa ji encamên siyasî û aborî yên giran bû ku egera rûbirûbûneke rasterast bi Tirkiyeyê re, ku endameke girîng a NATOyê ye, dikaribû biafiranda.

Li gorî heman agahiyan, serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû di wê baweriyê de bû ku "eger krîzek bi Qeterê re derkeve, [Serokê berê yê Amerîkayê Donald] Trump dê wê çareser bike, lê heman tişt ji bo krîzeke bi Tirkiyeyê re ne mimkin e."

Ji ber vê yekê, Îsraîlê ji plana xwe ya li dijî Tirkiyeyê paşve gav avêt û li şûna wê, operasyona xwe ya li dijî serkirdeyên Hemasê yên li Qeterê xist meriyetê. Ev agahî perdeyê li ser hesabên stratejîk û jeopolîtîk ên Îsraîlê yên beriya operasyona Dohayê

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.