Îdlib: Piştî pevçûnan di navbera hikûmeta demkî û çekdarên biyanî de agirbest hat ragihandin

PeyamaKurd – Li gorî bendên peymanê, her du alî li ser çend xalên sereke li hev kirine: Ji bo kêmkirina rageşiyê, dê çekên giran werin vekişandin û dawî li provokasyonên medyayî were anîn. Her wiha, hat qebûlkirin ku nakokî ji bo çareseriyê ji dadgehên Şerîetê yên girêdayî Wezareta Dadê ya hikûmeta veguhêz re werin şandin.
Yek ji xalên herî giring ên rêkeftinê ew e ku hêzên hikûmeta veguhêz dê kontrola îdarî ya kampê bi dest bixin û bi hevkariya komîteyên herêmî rê nedin ku ew bibe "keleheke girtî" ya çekdaran.
Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku ev pêngav beşek ji hewldanên berfirehtir ên hikûmeta veguhêz e ji bo xurtkirina desthilata xwe li seranserê bakurê Îdlibê û parastina ewlehiya herêmê. Di derbarê çarenivîsa Omar Omsen de, hat ragihandin ku dosyaya wî dê bi navbeynkariya fermandarên payebilind ên biyanî ji nû ve were nirxandin.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.




