Îngilistanê têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re ji nû ve da destpêkirin

Îngilistanê têkiliyên xwe yên bi Sûriyeyê re ji nû ve da destpêkirin

PeyamaKurd – Îngilistanê piştî 14 salaîên qutkirina têkiliyên bi rejîma Beşar Esed re, têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Sûriyeyê re ji nû ve da destpêkirin.

Wezîrê Derve yê Îngilistanê David Lammy di serdana xwe ya Şamê de bi Serokê nû yê Sûriyê Ehmed Şera re civiya.Lammy di daxuyaniyekê de got: "Îngilistan têkiliyên xwe yên dîplomatîk ji nû ve ava dike ji ber ku di berjewendiya me de ye ku em piştgiriyê bidin hikûmeta nû da ku soza xwe ya avakirina paşerojeke aram, ewletir û geştir ji bo hemî Sûriyan bi cih bîne."

Wêneyên ku ji aliyê ofîsa Serok Şera ve hatin weşandin, nîşan didin ku Lammy her wiha bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî re jî hevdîtin pêk aniye.

Li gorî daxuyaniya aliyê Sûrî, di civînê de têkiliyên dualî, rêbazên xurtkirina hevkariyê û pêşketinên herêmî û navneteweyî hatin nîqaşkirin. Lammy diyar kir ku Îngilistan dixwaze piştgiriyê bide Sûriyeyeke aram da ku "metirsiya koçberiya bêserûber kêm bike, çekên kîmyewî ji holê rake û bi gefa terorê re mijûl bibe."

Wezareta Karên Derve ya Îngilistanê ragihand ku Îngilistanê soz daye 129 milyon dolar alîkariya mirovî ya lezgîn ji bo piştgirîkirina penaberên Sûrî û nûavakirina Sûriyê.

Di Kanûna 2024an de, piştî şerekî navxweyî yê 14 salan, komên Sûrî yên dilsozê Ehmed Şera, ku Îdlibê kontrol dikir, ketin Şamê û rejîma Esed hilweşandin. Beşar Esed bi malbata xwe re reviya Moskowê. Ehmed Şera, ku berê serokê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) bû, ku girêdayî el-Qaîdeyê bû, di meha Çile de HTŞ bi fermî hilweşand, her çend navê wê hê jî di lîsteya rêxistinên qedexekirî yên Îngilistanê de hebe jî.

 

Ev nivîs 125 car hatiye xwendin.