Îranê hevkariya bi IAEAê re rawestand

Îranê hevkariya bi IAEAê re rawestand

PeyamaKurd – Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkyan piştî êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Îranê qanûnek pesend kir ku hevkariya Tehranê bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) re radiwestîne.

Li gorî televîzyona dewletê, Serokkomarê Îranê Pizişkiyan qanûna rawestandina hevkariya bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re erêkirina dawî daye.

Televîzyonê ragihand ku "Pizişkyian qanûnek pêşkêş kir ku hevkariya bi Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî re radiwestîne."

Ev pejirandin tê vê wateyê ku tedbîr, ku piştî şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê de di meha Hezîranê de hatibû girtin, ketiye meriyetê.

Encûmena Parêzvanan, ku berpirsiyarê nirxandina qanûnên Îranê ye, roja Pêncşemê 26ê Hezîranê ragihand ku wan pêşnûmeqanûnek pejirandiye ku hevkariya bi IAEAê re radiwestîne.

Di 25ê Hezîranê de, televîzyona dewletê ragihand ku 221 parlamenteran pêşnûme pesend kirine, parlamenterek bêalî maye û tu parlamenterek li dijî wê deng nedaye. 

Ji sala 1970an vir ve Îran îmzeya xwe dispêre Peymana Ne-Belavbûna Çekên Atomî (NPT), ku ev peyman di bin çavdêriya Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) de karanîna aştiyane ya enerjiya atomî garantî dike.

Di sala 2015an de, piştî çend salan danûstandinan, wê peymanek bi hêzên mezin re îmze kir ku di berdêla rakirina gav bi gav a ambargoyên navneteweyî de, xurtkirina çavdêriyê ya girîng pêşbînî dikir. 

Lêbelê, ev "Peymana Viyanayê" di sala 2018an de di dema yekem a serokatiya Serokê Amerîkayê Donald Trump de bi yekalî hate betalkirin.

Roja Înê ya borî, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî daxwazên Rêvebirê Ajansa Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi rexne kir, ku gotibû serdana tesîsên nukleerî yên Îranê yên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine bombebarankirin pêwîst e. 

Grossi got,

"Ev qanûna wan e, ew parlementoya wan e, lê li vir encamên qanûnî hene. Bê guman divê peymaneke navneteweyî pêşî bigire. Hûn nikarin qanûneke neteweyî wekî hincet bikar bînin da ku peymaneke navneteweyî bi cih neynin." 

Îran her weha biryara ajansa IAEAyê ya Neteweyên Yekbûyî ya di 12ê Hezîranê de rexne dike ku Îranê bi nebicîhanîna erkên xwe yên navokî tawanbar dike, ku Tehran dibêje ku ev biryara "behane" ye ji bo Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku êrîşî tesîsên wê yên nukleerî bikin.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.