Îsraîlê êrîşên hewayî li dijî Sûriyê pêk anî

Îsraîlê êrîşên hewayî li dijî Sûriyê pêk anî

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Îsraîlê şeva borî gelek êrîşên hewayî li parêzgehên Hums û Lazkiyeyê pêk anîn.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li navçeya Oras a Humsê koleja parastina hewayî bombebaran kirine.

Li gorî çavkaniyên herêmî, dengê teqînên giran li parêzgeha Lazkiyeyê, li peravên Sûriyê jî hatine bihîstin.

Ev êrîş beşek ji êrîşa Îsraîlê ya li ser axa Sûriyê ne û artêşa Îsraîlê berê çend caran ketiye parêzgeha Quneytra ya Sûriyê ku li ser sînorê Bilindahiyên Golanê ye.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.