Îsraîlê bingehên Hizbullahê yên li Libnanê bombebaran kir

Îsraîlê bingehên Hizbullahê yên li Libnanê bombebaran kir

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşa li ser Geliyê Bekaayê yê li başûrê Libnanê de, binesaziya stratejîk û tesîsên çêkirina çekan yên Hizbullahê hatine armanckirin.

Berdevkê Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) Avichay Adraee da xuyakirin, balafirên şer yên Hêzên Hewayî yên Îsraîlê, binesaziya stratejîk û tesîsên hilberîna çekan yên Hizbullahê yên li herêmê, kirine armanc.

Herwiha hat gotin ku artêşa Îsraîlê li herêma Al-Zarariya ya li Libnanê jî binesaziya hêmanên Hizbullahê kirine hedef ku hebûna wê binesaziya stratejîk ya Hizbullahê, binpêkirina peymanên di navbera Îsraîl û Libnanê de ye.

Hîn derbarê mirî an jî birîndarên êrîşê de ti daxuyanî nehatiye dayîn.

 

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.