Îsraîl û Sûriyeyê ji bo kêmkirina aloziyê bi navbeynkariya Amerîkayê dê bicivin
PeyamaKurd – Tê payîn ku karbidestên payebilind ên Îsraîl û Sûriyeyê vê hefteyê bicivin da ku li ser rêkeftineke ewlehiyê ji bo kêmkirina aloziyan li başûrê Sûriyeyê gotûbêj bikin. Li gorî raporên medyayî, ev civîn beşek ji hewldanên bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye.
Medyaya giştî ya Îsraîlê "Kann"ê ragihand ku Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê, Ron Dermer, dê bi Wezîrê Derve yê Sûriyeyê, Esed el-Şebanî re hevdîtinê pêk bîne. Ev pêngav piştî civîneke rasterast û kêm caran pêk tê, ku di 19ê Tebaxê de li Parîsê hatibû lidarxistin. Di wê civînê de, her du aliyan li ser mijarên wekî aramiya herêmî û rêzgirtina li karûbarên navxweyî yên hev nîqaş kiribûn.
Armanca sereke ya van danûstandinan ew e ku Peymana Veqetandinê ya sala 1974an, ku ji bo bidawîkirina şer di navbera her du welatan de hatibû îmzekirin, ji nû ve bikeve meriyetê. Ev hewldan bi taybetî piştî zêdebûna tundûtûjiya mezhebî ya vê dawiyê li başûrê Sûriyeyê giringiyeke zêdetir wergirtiye.
Heta niha ne hikûmeta Îsraîlê û ne jî ya Sûriyê bi awayekî fermî roja civînê piştrast nekirine.
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.