Kahtali Miçê (Miçêyê Koligî) canê xwe ji dest da

PeyamaKurd – Hunermendê Muzîka Tirkî Mustafa Kahtaliyê ku bi navê “Kahtalı Miçê” bi navûdeng bû, ji ber nexweşiya pençeşêrê ya ku ev demeke pê ketibû, li bajarê Antalyayê canê xwe ji dest da.
Hunermendê Muzîka Gel a Tirk Mustafa Kahtaliyê ku bi navê “Kahtalı Miçê” bi navûdeng bû, bi qasî salekê bi penceşêra rûviya ketibû, di 74 saliya xwe de li bajarê Antalyayê canê xwe ji dest da.
Cenazeyê Kahtali Miçê dê piştî merasîmekê li bajarê wî navçeya Kolikê ya Semsûrê bê definkirin.
Hêjayî gotinê ye ku wî ji bilî Tirkî, hinek caran bi Kurdî jî stra.
Her weha dema derbeya 12yê Îlonê ya 1980 ya Kenan Evren, ji ber ku bi Kurdî strabû hatibû girtin jî.
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




