Kim Jong-un û Sergey Lavrov li Wonsanê hevdîtin kirin

Kim Jong-un û Sergey Lavrov li Wonsanê hevdîtin kirin

PeyamaKurd – Serokê Kore ya Bakûr Kim Jong-un bi wezîrê kar û barên derve yê Rûsyayê bi Sergey Lavrov re li Wonsanê hevdîtin kir. Lavron girêdana serokê Rûsyayê yê Vladimir Putin ya bi peymanên navbera her dû dewletan re dubare kir. Lavrov got ku çaverêyê têkiliyên dahatûyê ne. Lavrov got:

“Serok Putin di dahatûyê de ji bo bi we re têkiliyan deyne çaverêyî we ye.”

Lavrov li Kore ya Bakûr bû mêvanê serokê Kore ya Bakûr yê Kim. Li gor wezareta karên derve ya Rûsyayê; Kim ji bo dîplomasiya Lavrov ya ku dimeşîne wê bilind nirxand û got:

“Bi we re li şûna em li payîtext Pyongyangê hev bibînin me li ve derê li Wonsanê hevdîtin kir. Ev baştir e. Ji ber vê derê ji bo bêhnvedanê ciyekî baş e. Lavrov yekem kese ku li vê derê li Wonsonê li ciyê tatîlê dibe mêvanê yekem yê biyanî. Lavrov jî got:

“Balyozê me yê Koreyê Alexander Matsegora ew çend pesnê vê derê da ku min nikaribû ji bo hevdîtina li vê derê bêjim na.”

Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.