Lêpirsîna "Sîxuriyê" li ser Îmamoglû dan destpêkirin

Lêpirsîna "Sîxuriyê" li ser Îmamoglû dan destpêkirin

PeyamaKurd – Dosyaya lêpirsînê îdia dike ku veguhestina pereyan, têkiliyên îstîxbarata biyanî û "çalakiyên stratejîk" ên têkildarî kampanyaya hilbijartinê ya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê (ÎMM) Ekrem Îmamoglû ku niha di girtîgehê de ye, têne lêpirsîn.

Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê ragihand ku lêpirsînek nû li dijî Ekrem Îmamoglû bi tohmeta "sîxurtiyê" hatiye destpêkirin.

Serdozgeriya Giştî diyar kir ku materyalên dîjîtal ên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine desteserkirin hatine lêkolînkirin û tê îdiakirin ku di van materyalan de wêneyên pasaportê yên kesên ku tê îdiakirin ku bi Îmamoglû re di têkiliyê de ne û yên welatiyên biyanî hene.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "çalakiyên sîxurî ji bo welatên biyanî hatine kirin, agahî bi rêya bernameyên ragihandinê yên şîfrekirî hatine parvekirin û ev kiryar wekî çalakiyên sîxuriyê hatine hesibandin."

Herwiha hat îdiakirin ku veguhestina pereyan a Îmamoglû ya îdiakirî bo "rêxistineke sûc ku tê îdiakirin ku ew endamê wê ye", têkiliyên wî bi îstîxbarata biyanî û "xebata stratejîk" a têkildarî kampanyaya wî ya hilbijartinê têne lêkolînkirin.

Tê gotin ku Sernivîskarê TELE1 Merdan Yanardag jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hatiye desteserkirin.

Hat ragihandin ku li dijî Yanardag bi tohmeta "sîxuriyê" doz hatiye vekirin û lêpirsîn bi hevkariya Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) û Daîreya Polîsan a Stenbolê tê meşandin.

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.