Li Îranê di 8 rojan de 92 kes hatin îdamkirin

Li Îranê di 8 rojan de 92 kes hatin îdamkirin

PeyamaKurd- Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ku ji aliyê girtiyên siyasî yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hatiye destpêkirin, di hefteya 85emîn de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di nava 8 rojan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 4 ji wan jin, 92 kes hatine darvekirin.

Kampanyayê daye zanîn, ji serê salê ve hejmara kesên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin bûye 756 kes.

Herwiha Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ bang li civaka navnetewî, saziyên mafên mirovan, çalakvan û azadîxwazan jî kir ku li dijî darvekirinan helwestê nîşan bidin.

Ev nivîs 101 car hatiye xwendin.