Li Meksîkayê bûyereke trafîkê ya giran: Herî kêm 10 kesan can da

Li Meksîkayê bûyereke trafîkê ya giran: Herî kêm 10 kesan can da

PeyamaKurd – Li bajarê Atlacomulcoyê yê Meksîkayê, di encama lihevketina trêna barhilgir û otobuseke duqatî ya rêwiyan de, herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 40 kes jî birîndar bûn.

Bûyer serê sibê roja Duşemê li herêmeke pîşesaziyê ya Atlacomulcoyê, ku bi qasî 130 kîlometre li bakurê rojavayê paytext Meksîko Cityê qewimî. Li gorî agahiyên destpêkê, trêna barhilgir li derbasgeheke rêhesinê li otobusa rêwiyan a duqatî xist.

Ajansa Parastina Sivîl a Dewleta Meksîkayê li ser platforma civakî ya Xê ragihand ku tîmên wan li cihê bûyerê ne û midaxeleyê dikin. Herweha, dozgeriya dewletê ji bo zelalkirina sedemên qezayê lêpirsîn da destpêkirin. Hat ragihandin ku otobusa ku ser bi şirketa "Herradura de Plata" ve bû, ji ber giraniya qezayê bi temamî wêran bûye.

Medyaya herêmî diyar kir ku kesên birîndar bo nexweşxaneyên cuda yên li herêmê hatine veguhestin.

Her çend rayedaran hîn hûrgiliyên fermî yên qezayê belav nekiribin jî dîmenek ku li ser torên civakî belav bûye, nîşan dide ku otobus di nav trafîkek giran de hewl dide ji ser rêya trênê derbas bibe. Di vê demê de, trênek bi lez tê û ji nişka ve li naverasta otobusê dixe.

Ev nivîs 100 car hatiye xwendin.