Li Urdinê di mizgeftekê de şewat derket: 4 zarokan can da

PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya rêveberiya asayîşa giştî ya Umanê ji ber şewata di tebeqa xwarê ya mizgefta li navçeya Ebu Elandayê ya Umanê de, 4 zarokan canê xwe ji dest da ku ji heman malbat me 2 zarokên din ên ji heman malbatê birîndar bûn.
Berdevkê rêveberiya asayîşa giştî Emîd Amir Sertawî ragihand: “Tîmên agirkuj û ambulans Ii êveberiya berevaniya şaristaniya Umanê ya Rojhilat bi hewara şewata ve çûn, ku îro 03.05.2025an li tebeqa jêrzemînê ya mizgefteke li navçeya Ebu Elandayê derket.”
Her weha got, ji ber bedena wan şewitîbû, 4 zarokên ku xwişk û bira bûn canê xwe ji dest da, ku temenê wan di navbera 5-10 salî de bûn, her weha 2 zarokên din jî yên heman malbatê ku temenê wan di navbera 2-4 salî de ne, ji ber dûman û gaza ewatê bêhna wan çikiyaye.
Tîmên agirkuj geheştin cîhê bûyerê û agir kontrol kirin, herwaha tîmên ambulans, destwerdanên destpêkê piştî ku kirin, birîndara ji bo nexwaşxaneyê veguhestin
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




