Macron ji Sera re: Tev li Hevpeymaniya li Dijî DAISê bibe

Macron ji Sera re: Tev li Hevpeymaniya li Dijî DAISê bibe

PeyamaKurd – Serokkomarê Fransayê, Emmanuel Macron, roja Înê vexwendineke fermî li Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed eş-Şera kir ku tev li Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bibe. Macron ev daxuyanî di konferansa avhewayê ya li bajarê Belemê yê Brezîlyayê de da û tekez kir ku hevpeymaniya ewlehiyê ya bi Şamê re ji bo parastina gelê Fransayê "jiyanî" ye.

Macron bi bîr xist ku êrîşên terorîstî yên Mijdara 2015an ên li Parîsê, li Sûriyeyê hatibûn plankirin û got, "Kesî ji bîr nekiriye ku êrîşên li Parîsê li Sûriyeyê hatine amadekirin. Ji ber vê yekê, ev ji bo Fransayê jî pirsgirêkeke ewlehiyê ye." Wî diyar kir ku Sûriye hatiye vexwendin da ku bibe "hevpareke tam û bibandor" di şerê li dijî komên terorîst ên li herêmê de.

Ev vexwendin wek gaveke giring di vejandina têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Parîs û Şamê de tê dîtin. Pêngaveke din a ku vê nêzîkbûnê nîşan dide, pêşwazîkirina Macron a li biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bû. Bi biryara hejmar 2799 (2025), Konseya Ewlehiyê navê Serokkomar Ehmed eş-Şera û Wezîrê Karên Hundir Enes Hattab ji lîsteya cezayan derxist.

Têkiliyên di navbera her du serokan de di mehên dawî de geş bûne, ku di Gulana 2025an de bi serdana Şera ya Parîsê û hevdîtina bi Macron re li Qesra Élysée gihîştibû lûtkeyê. Di wê hevdîtinê de, her du aliyan li ser hevkariya ewlehiyê, şerê dijî terorê û gavên ji bo rakirina gav bi gav a cezayên Ewropî li ser Sûriyeyê gotûbêj kiribûn.

Şirovekar dibînin ku Parîs, li hemberî gefa DAIŞê ya ku hîn jî li herêmê berdewam e, li riyên hevrêziyeke xurt bi rêveberiya nû ya Şamê re digere. Vexwendina tevlibûna hevpeymaniya navneteweyî jî wek encama herî şênber a van hewldanan tê nirxandin.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.