Wezareta Pêsmerge tevlî muzakereyên navbera DYA û Iraqê dibe
PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ragihand ku tûra muzakereyan ya navbera Iraqê û DYAyê destpêkiriye, dê wezaret di peymana stratejik ya navbera Iraqê û DYA de cîh bigre. Di civîna ewilî de, serokerkanê wezareta Pêşmerge Korgeneral Îsa Uzêr tevlî civînê bûye.
Wezaretê di daxwuyaniya xwe de behsa belavoka artêşa Iraqê belav kiriye kir û got:
“ Di navbera Iraqê û DYA de tûra nû ya muzakereyan destpêkir. Di vê çarçovê de di 06.11.2025an de rayedarên her dû terefan yên di asta bilind de û serokerkanê wezareta Pêşmerge korgeneral Îsa Uzêr tevlî tûrê bûye û ji bo dahatûya têkiliyên navbera her dû welatan şêwrekî teknîkî pêkanîne. Pêşmerge terefê peymana stratejîk e.”
Di dewama daxwuyaniya wezareta Pêşmerge de weha hat gotin:
“Nûnerên Herêma Kurdistanê û nûnerên hukumeta Iraqê, rayedarên di asta bilind de yên ewlehiyê û leşkerî, di mehên pêşiya me de ji bo têkoşîna li hemberê terorê û ji bo desteka hev xwurt bikin, wê ji bo dema dirêj hevkariya ewlehiyê pêşde bibin.
Di vê çarçovê de, di nav wan de hêzên Pêşmerge jî hene û temamê hêzên ewlehiya Iraqê û asayîşê hene û ji bo zêdekirina şiyanên wan, amadehiyan zêde dikin.
Ev hevkarî bo pêşdebirina berjewendiyên hevpar, bo parastina desthilata Iraqê û ji bo rakirina terorê ji ortê ya bi temamiye.”
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.